Bi rastî wextê ku mirov li hinek pêşveçûnên li Tirkîyê dinêre, mirov dibêje ku gelek tişt hatine guhertin. Mirov di fikra xwe de jî ne neheq e. Lewra îro kurd bi serbestî dikarin bibêjin em kurd in û bi serbestî zimanê xwe diaxivin û dinivîsin. Bi sedan malperên înternetê bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Di heman demê de ew dewleta ku bi salan zimanê kurdî qedexe kiribû, îro bi destê xwe bi zimanê Kurdî weşana televîzyonê dike û ji bo televîzyonên taybet jî rê vedike. Em dikarin hê gelek tiştên erênî rêz bikin. Lê belê wextê mirov hinek tiştan dibîne û dibihîze, mixabin hêvîyên mirov dişkin. Lewra di nav ev qas tiştên erênî de mirov hêvîya hinek tiştên wiha nake. Û zatekî hêja! radibe ji bo zimanê kurdî dibêje: “Zimanê Kurdî, ne zimanê medenîyetê ye.” Tişta ku mirov ew qasî şaş dike jî bi rastî ew e ku berîya niha ‘eynî zatî digot ku “Çi mafên kurdan hebin, emê bidin wan û ev jî ne kerema me ye, ev rastûrast mafên kurdan bi xwe ye.” Êdî di vê rewşê de em nizanim çi bêjin. “De were vî kerî bide vî borî.” Bi rastî ji peyvê baştir tiştek rewşa me îfade nake.
Lê ez dixwazim çêtir balê bikişînime alîyekî dî yê mijarê. Lewra ev xeletî ne tenê ‘eydê zatekî ye. Mixabin di vî welatî de ev nexweşî bi gelek insanan re heye. Çi ye nexweşîya me: “Hê di derbarê tiştekî de zanîna me çênebûyî, fikra me çêdibe.” Belê bi rastî nexweşîya vî welatî ya herî mezin ev e. Û wisa xwuya dike ku heta demeke dirêj jî ev nexweşî nayê tedawîkirin.
Berî niha bi deh pazdeh salan li Tirkîyê hinekan –ev hinek ne hindik bûn- digotin “Kurdî ne ziman e. Ji sê çar zimanan (Tirkî, ‘Erebî, Farisî) pêk hatîye.” Belê, ez bawer dikim ku hemî insanên kurd, bi vê peyvê re rû bi rû mane. Ew insanên ku ji bo Kurdî van peyvan dibêjin jî mixabin ji zimên tiştekî fêhm nakin û bi Kurdî jî nizanin. Yanî zimanekî jî weke xwarinekê, weke “tirşikekê” dibînin. Yanî çawa ku mirov îsot, bacan û pîvazan tevlîhev dike ew dibine xwarin (tirşik), ‘eynî bi wî rengî, dibêjin qey ku mirov ji Tirkî, Farisî û ‘Erebî jî sed du sed peyvan tevlîhev bike zimanekî dî wê çêbibe. Heke ev tişt rast bûna mirov dikarîbû Îngîlîzî û Îtalyanî jî tevlîhev bike û zimanekî dî bi dest bixe. Bi rastî ne tenê di vê mijarê de, di hemî mijaran de ev çewtî heye.
Lê belê yên ku hema hindikî di derbarê zimên de zanîna wan heye dizanin ku zimanek wiha çênabe. Ne ku heta zimanek çêdibe; carinan peyvek, gotineke pêşîyan an jî biwêjek di nav zimanekî de heta cih digre sedsal derbas dibin. Êdî ji bo zimanan hezarsal lazim in. Êdî berhemên edebî û nivîskî yên Kurdî ji berîya nêzîkê du hezar salan gihane roja me û ji alîyê dewlemendîya zimên ve jî tu kes nikare zinamê Kurdî ji zimanê ‘Erebî û Farisî kêm bibîne.
Ez dixazim bi vê re eleqedar serpêhatîyeke xwe li vê derê vebêjim:
Wextê ku min zanîngeh dixwend, rojekê min ji mamosteyekî xwe yê Faqulteya Edebîyatê, di derbarê zimanê Kurdî de fikra wî pirsî. Mixabin ji min re got ku “Kurdî ne ziman e.” Min jî jê pirsî:
-“Ma tu bi Kurdî dizanî? Bersiv min da û got:
-Na, ez nizanim.
Min jî jê re got:
-Tu insanekî ‘alim î. Tu zimanekî nizanî. Tu çawa dikarî bibêjî wele Kurdî ne ziman e. Yanî tiştekî ku insanekî nedîtibe, gelo dikare bibêje ew tişt ne xweşik e, ne baş e. An jî ya herî xirab, mirov nedîtîye û nizane çawa mirov dikare bibêje; “Ew tişt nîn e.” Wextê ku min wisa got, êdî weke ku xetaya xwe fêhm kir û got:
-Bi rastî ez vê nizanim, belkî tu mafdar bî.”
Belê ev insanekî xwende bû û li zanîngehekê mamosteyê ziman û edebîyata Tirkî bû û wisa difikirî.
Belê berê digotin ku “Kurdî ne ziman e.” Îro jî her kes zimanbûna Kurdî qebûl dike û îro dewlet bi xwe, bi zimanê Kurdî weşana televîzyonê dike. Ev pêşveçûneke mezin e. Lê mixabin hê jî ew çewtî dewam dikin. Tenê hinekî wechên xwe guhertine. Êdî îro dibêjin ku zimanê Kurdî ne zimanê şaristanîyê (medenîyetê) ye. Û mixabin ew kesên ku van peyvan dibêjin jî dîsa bi zimanê Kurdî nizanin. Ji xeynî vê jî di derbarê kurdî her tiştî dizanin! Gelo zimanekî çawa ye, zengîn e? Dewlemend e? Yê medenîyetê ye an na? Lazim e tu herî ji wan bipirsî.
nucevan.com