Kiliçdaroglu bawer dike ku 3 rojan tekeve girtîgehê wê bibe qehreman û wekî serokwezîr bê hilbijartin.
Kemal begê ji eşîra kayiboyuyê bang dike û dibêje bila destnedayîna min rakin. Ez tu carî ji dozgerên wê yên taybet natirsim. Ji bo gelê xwe ez ji tu tiştî natirsim. Hûn min bikujin jî ez ji vê rêya xwe venagerim.
Hey Kemal beg hey
Ma qet nayê bîra te bi operasyonekê qasedê Baykal ji wazîfeyê girtin û wî ji qada siyasete rakirin. Me digo tu ji bo gel derketiyê rê lê bi rastî me armanca te nizanibû. Me got tê bibe rêberekî baş ji bo partiya pergelê lê te tu tîşt nekir û tu jî bû endamê vê sîstema xirab. Me digo piştî tu hat Baykal bi hesanî wê dest bi siyaseta xwe kiribûna lê te tu alîkarî neda wî jî.
Hey Kemal beg hey
Ji roja tu hatiye neta niha, te tu polîtîkayên erênî nekir û te astengî ji bo polîtîkayên baş kir. Carekê te got ezê bibim endamê rêxistina terorê Ergenekonê lê te bi xelatî pêl petekên ji ber xwe diçin kir û te endamiya rêxistina Ergenekonê jî nedît. Demek hat te nikaribû dengê xwe jî bide û kovarên lakirdiyê ev bûyer ji xwe nekirin mijar jî çimkî ji bi wan mijareke gelek belaş bû.
Hey Kemal beg hey
Ma qet ne tuyî serokê partiya ku dadgehên îstîklalê ava kirine. Ma wan dadgehan biryar nedida ji bo mirovên bêsuc û biryara mirinê derheqê wan de nedida. Niha ji bo te biryara fezlekeyê danê tu dinyayê diqetîne. Ma ne tubû gotinên nebaş ji dadger û dozgerên doza rêxistina ergenekonê re gotin. Ma qet tu nizanê di hefteya borî de derheqê Bulent Arinç de jî biryara fezlekeyê dan. Ma birêz Arinç weke te kir. Ma ev ne wazîfeya dozger û dadgerane bi kerema xwe tu kare ji me re bêje.
Hey Kemal beg hey
Tu dibêje dadgehên taybet tu darazandinê nake lê gelo tu kare bêje dadgehên îstîklalê ku me ava kiribûn darazdinê dikirin. Tu dibêje ev dadgeh di bin emrê desthilatê de ne ma yên wê di bin deste kê de bûn. Beriya desthilata AKPê jî hemû dadgeh û heta dadgeha qanûna bingehîn jî ne di bin emrê wê de bû. We çi dixwest wan nedikir. Niha dadgeh b idadî darazandinê dikin lê tu dibêje ne bi dadiye dikin. Ji kerema xwe bêje hûn kê dixapînin.
Hey Kemal beg hey
Bi rastî tu çibikê ti tu carî nabe serokwezîr. Niha alîgirên tên wekî ulusalci tên naskirin derketine kolanan dibêjin wê CHPê bigrin. Ma qet nizanin wekî berê edî nikarin partiyan bigrin. Beriya niha bi xeberên derew karibûn partiyan bigrin lê tu û hemû ulusalci zanin ew lîstikên ku we dilîst nema pêk tên. Bila netirsin partiya wan nayê girtin û tu jî di xewn û xeyala xwe de serokwezîrtiyê nabîne.