 |
Li navçeya Uludere ya Şirnexê, balafirên şer yên Tirkiyê, li derveyî sînorê xwe, bombe barandin ser kaçaxçiyan. Di bombebaranê de 35 kesên ku piraniya wan ji 20 salî biçûktirin, can dan. Yên ku ji sînor derbas dibûn ne endamên rêxistinê bûn, lê bûn hedefê bombeyan. Piştî bûyerê di çapemeniya Tirkiyeyê de xeber û şîrove hatin weşandin ku ev êrîş, ji ber îstîxbarateka xelet hatiye kirin. Lê li gorî min ev êrîşa bi qestî û zanayî hat kirin, lê wekî ku qezaye hate nîşandan. Çima ez wisa difikirin, ji we re bêjim.
Li gorî agahiyên ku min ji hin rayedaran bidestxistin, di navbera dewlet û rêxistinê de lihevkirin çêbûye. Lê di nav rêxistinê de beşek guh nade vê lihevkirinê, li hemberî lihevkirinê radibe û li ber xwe dide. Ji xwe ev zêdetirî meheke ku li ser vê beşa rêxistinê operasyon têne kirin û bi sedan mîlîtan têne kuştin. Berê piştî her operasyona, alîgirên rêxistinê dadiketin kolanan û çalakî dikirin, êrîşên eskeran protesto dikirin. Bi tenê bûyerên ku piştî êrîşa bi kulm ya li Ahmet Türk derketin bînin bîra xwe, bes e. Lê mîna ku min got bi sedan mîlîtan hatin kuştin, lê tu çalakî nehatin kirin. Yanê aliyê rêxistinê mîna bûyera Haburê tevnegariya û çalakiyên mezin nehatin lidarxistin. Di vê qonaxê de hikûmetê jî pakêteka nû amade kir û bi çapameniyê ve jî parve kir. Gava meriv li xalên ku di vê pakêtê de cîh digirin dinêre, xuya dike ku ev pakêta bi taybetî li gor bendewariyên rêxistinê hatiye amadekirin.
Lê hêza tarî, dewleta kûr û rêxistina kûr, ku naxwazin dewlet û rêxistin li hev werin û aştî pêk bê, mîna bûyera kuştina 33 eskaran, operasyonek xirab lidarxistin. Bi zaneyî ew 35 ciwan hatin kuştin. Çima min got mîna bûyera kuştina 33 eskeran, ez dixwazim vê mijarê zelal bikim.
Di aştiyekê an jî lihevkirinekê de 2 alî hene. Lazime ku herdu alî jî vê lihevkirinê qebûl bikin. Ji bo xirakirina lihevkirinekê jî bi tenê nerazîbûna aliyekê bes e. Beriya kuştina 33 eskeran efuya gelemperî di rojevê de bû û hikûmeta wê demê ji bo aştiyê qanî bibû. Di bûyera kuştina 33 eskeran de, ku Şemdin Sakık fermana vê bûyerê dabû, armanc ew bû ku aliyê dewletê ji vê lihevkirinê û efuya gelemperî vegere, û vegeriya jî. Piştî wê bûyera tarî, cardin aştî nehat rojevê.
Niha jî armanca yên ku bombe barandin ser 35 kesan ewe ku; aliyê rêxistinê ji vê lihevkirina bi dewletê re vegere û têkoşîna çekdar bidomîne. Yanê armanc dîsa xirakirina aştiyê ye. Jixwe yên ku bombe barandin, dizanibûn ku ewna qaçaxçî ne, ne mîlîtanên rêxistinê ne. Bi zaneyî bombe baradin ser ciwanên Kurd ku beşa rêxistinê ya ku bi dewletê re lihevkiriye, bi mecbûrî vê lihevkirinê xira bike.
Ji xwe tê gotin ku dîmenên balafirên bêmirov, çûne 3 yekineyên eskerî. Ji wan diduyan biryar dane ku yên li erdê ne mîlîtan in, qaçaxçî ne.
Lê yekineya ku fermandarê wê her tim diçe cem girtiyên doza balyozê, fermanê dide û balafiran dişîne û bi zanayî van ciwanan dikuje. Qaçaxçi dema vegerê ketine rêzê û li dûv hev hatine ber sînor. Lê yekineya eskerî, sînor girtiye û nehiştiye ku qaçaxçi derbas bibin. Her wiha qaçaxçiyên ku li dûv têne, gihîştine yên li pêş û hemû li derekê kom bûne. Piştî ku kom bûne jî balafiran bombe barandine ser wan ciwanan. Di çapameniya Tirkiyê de nûçe têne weşandin ku haya yekine il sînor û qerekola herêmê li vê êrîşa balafiran tune bû. Lê ya ku sînor girtiye û hemû çaqaxçî li derekê kom kiriye, ev yekîneya eskerî bû. Dema qaçaxçi dihatin, fîşeka ronîkirinê jî avêtine û baş dîtine ku yên ji sînor derbas dibin, ne mîlîtan in, qaçaxçî ne. Yanê tê fehmkirkin ku yekineya li sînor jî di nav vê êrîşê de ye.
Ev êrîşa bextreş û tarî wê bigihîje armanca xwe an na, di rojên pêş me de wê diyar bibe.
|
|