Di êrîşê de 2 rojnamegaran can da. Di êrîşê de Marie Colvinê Amerîkayî û Remi Ochlikê Franseyî jiyana xwe ji dest dan. Li Sûriyê, di êrîşa duh ya hêzên Esed de zêdetirî 100 kesî can dabû.
Rêxistina Şopandina mafên mirovan ya Sûriyê diyar ki ku ji meha Adara sala borî heta niha, di çalakiyên li dijî hikumetê de hejmara miriyan gihîşt 7 hezar û 600 kesî. Konseya netewî ya Sûriyê, anî ziman ku mudaxileya eskerî hewceye û diyar kir ku ji bo alikariya gelê Suriyê, bila Rusya zordariyê side ser rêveberiya Şamê.
Washingtonê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku, îxtîmala çekdarkirina muxalîfîn sûriyê, hê jî li ser masê ye. Berdevka wezerate karên derve ya Amerîkayê Victoria Nuland jî diyar kir ku “li Sûriyê rewş, bila hîn mîlîtarize nebe, ger ku rêveberiya Esed, dev ji zordariyê bernede, emê tevdîrên nû bifikirin.