Êrîşên rêvebiriya Şamê, li ser bajêrê Bab-i Amr ya ku lê muxalîf zêdetir dijîn her ku diçe zêdetir dibin. Tê diyar kirin, di bombebarana topê ya ku saetên sibê destpê kir de, 2 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat dîyar kirin ku, Qomîteya Kizilhaça Navneteweyî ya ku dixwaze alikariyê bişîne herêmê, ji bo agirbest were îlan kirin, bi artêşa Suriyê re hevdîtinên xwe didomîne. Lê di vê mijarê de hêj agahiyeka erênî ne hatiye standin.
Rusyaya ku mûtefîkê herî nêz yê Suriyê ye jî, ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku, di warê ewlehî û alikariya mirovatiyê de, nûnerên taybet bişîne herêmê.
Balyozê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî jî, daxuyand ku divê rêxistin di çareseriya van pirsgirêkên mirovtiyê de piştgiriyê bide.