Haşîmîyê ku ji bo girtina wî fezleke hatiye amade kirin, got ji ber sedemên mezhebî ez bûme hedefeka siyasî.
Tarik El Haşimi bi 150 kuştinan hatibû tawanbar kirin û derheqê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Li ser vê hefteya borî Haşimi xwe spartibû Rêveberiya Bakûrê İraqê. Haşîmî li vira bersîv da îdîayan.
Tarik El Haşimi diyar kir ku hemû îdîayên derheqê wî de siyasî ne û ji ber sedemên mezhebi ew bûye hedef. Haşîmîyê ku tê îdîa kirin li ser hin sazi û parêzkerên dewletê êrîş li dar xistiye, ragihand ku daraza İraqê bêaliya xwe winda kiriye û ji ber vê yekê heta daraz nebe adîl wê dernekeve dadgehê.
Haşîmî bibîr anî ku ligor îfadeyên parêzkeran ew hatiye sûcdar kirin û anî ziman, hin delil û wêneyên ku îfadeyên parêzkeran bi îşkenceyê hatiye standin nîşandide, di destê wî de hene.
Herwiha El Haşimi diyar kir di lêpirsîna derheqê wî de destur nedane ku parêzerên wî bigihêjin belgeyan û anî ziman wê serî li hiqûqa navnetewî bide.
Haşîmî bangî gele İraqê jî kur û got : “Bila bi hikûmeta Nuri El Maliki bawer nekin”.