Serrûpel Kûnye Wêne
Vîdeo
TV / Weşan / Zindî Ragihandin Pêveke
ferheng
Rojev | Xeberên Herêmî | Polîtîqa | Dinya | Spor | Çand û Huner | Hevpeyvîn | Jiyan | Aborî |
21-02-2012 tarihinde, 10:14 saatinde eklendi
PKK/KCK Ateîste û Ol Jî Wek Afyonê Terîf Dike
Beşa 2.

Ji bona ku musılmana ji AK Partiyê dûr bixin, Altan Tan bû namzetê PKKê.

Xeberên Kurdî - Nivîskarê Amerîkî Alîza Marcus di pirtuka xwe ya Kan ve İnanç de rewşa PKKê ji nez ve anîbû ber çavan, du- sê hefte berê  jî wê û Kemal Burkay di meclîsê de înfazên PKK anîne zimên, înfazên PKK li ser gelê Kurd bandorake çawa çêkir?

Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê, ew kûştinê piştî salên 1976-77an pêkhatî, wek faîlî mechûl û înfazên rêzên tên terîf kirin. Ew şaş e. Lewra faîlî mechûl û infazên rêzê bi çend, an jî bi dehan kesan dikare bê îfade kirin. Lê Tirkiyeyê piştî salên 1976-an heta îro 50 000 kes hatine kûştin. Ji van kesan jî, ji % 90 kurd in. Loma ez vê bûyerê bi qetlîama kurdan bi nav dikim. Ev qetlîama beşek ji qetlîamên kurdan yên dîrokî û berdewamiya jenosîda miletê kurd e.

Encama vê qetlîamê, Kurdistan vala kir û bi mîlyonan kurd çûn herêmên tirk û bi hezaran gund hatin şewitandin. Kurd mecbûr bûn ku rêxistineke otorîter tercîh bikin û mêjiyên rewşenbîr û siyasetmedaran bê dagirtin, rastiyan nebînin.

Rewşa siyasî û civakî ya îro diyar dike ku qetlîama kurd ji bona tirkbûn û asîmîlekirina kurdan jî derfetên gelek pozîtîf derxist holê û  bû sedem ku dewleta Kemalîst di tirkkirina kurdan de serkeftî bibin.

Xeberên Kurdî - PKK roj bi roj serokatiya Ocalan bêbandor dike û serokatiya wî dike wek ‘seroktiya fahrî’, hûn tekiliyên Ocalan û PKKê çawa dinerxînin?

 Di esil de armanca Ocalanî û serokatiya PKKê eynî ye. Heta ku Ocalanî hat Tirkiyeyê jî di vê armancê de lihevkirinek hebû. Ev pêvajoya ji Ocalanî de bêqeyid şert dihat rêvebirîn.

Lê piştî Ocalanî hat Tirkiyeyê, zîndan bû, hat darizandin û ceza wergirt, di merheleya yekem de kirinên Ocalanî wek taktîkekê dihat bi nav kirin, loma jî berjewendî û hesabén serokatiya PKKê û Ocalan li hev dikir, Ocalan serok û rêvebirê bê niqaşe bû.

Lê di nav demê de berjewendiya herdu terefan ji hevdu dûr ketin. Ocalanî girêdayî rewşa xwe û girêdana xwe ya dewletê, xwest ku hêza çekdar ya PKKê tasfiye bike, an jî gor berjewendiyên nû realîze bike.

Tasfiyaya hêza leşkerî ya PKKê, tasfiyaya PKKê û serokatiya PKKê ye. Dema ku PKKê xwediyê hêzên çekdar nebe, PKKê nabe. PKKê nikare sıstema xwe ya otorîter bidomîne û li BDPê û dezgehên din bandor dayîne û perên di destê xwe de kontrol bike. Loma jî piştî demekê dema projeya dewletê ber bi tetbîqkirinê çû, di navbeyna armanca Ocalanî û serokatiya PKKê de ferq pêk hat.

Ew jî bû sedem ku di navbeyna Ocalanî û serokatiya PKKê de nekokî çê bibe. Lê serokatiya PKKê ji bona ku bandora Ocalanî li ser bingeha wan heye, raste rast li dijî Ocalanî dernakevin, bi pêçewanî li hemberî Ocalanî derdikevin. Dema ku tetbîqkirina projeyên Ocalanî tên holê, serokatiya PKKê êrişek çê dike, ev projeyên Ocalanî provake dike.

Ji aliyê din de jî elîta kemalıst ya ku PKKê avakiribû, dema ku dibîne Ocalanî ji bona çareseriyê helwest nîşan dide, wê demê bi piştgiriya serokatiya PKKê pêvajoyê provake dike.

Wê demê armanca serokatiya PKKê û Ocalanî şêlû dibe.

Xeberên Kurdî - Piştgirî û alîkarî dayîna PKKê ji bo rejîma Baas ya Sûriyê tê çi wateyê?

Wek tê zanîn, piştî ku Ocalanî di sala 1979an de derket dervayî Tirkiyeyê û çû li Libnanê û bi taybetî jî li Suriyeyê bû rûniştvan, girêdayî berjewendiyên stratejîk, bi taybet jî piştî dîktatoriya 12ê îlona 1980-yî, PKKê bi Suriyeyê re, pişt re jî bi dewletên Îranê û Iraqê re hat girêdan. Ocalanî pêwendiyên xwe yê dewleta tirk qels kir û ber bi nîv-otronombûnê çû.

Lê piştî ku Ocalanî hat Tirkiyeyê, di nav pêvajoyê de pêwendiyên Tirkiyeyê û Suriyeyê xurt bûn, ev pêwendiyan gihîştin qonaxek stratejîk. Lê piştî ku li Suriyeyê jî “Bihara Ereb” dest pê kir, pêwendiyên herdu dewletan ber bi xerabî çû. Di vê qonaxê de jî ev pêwendiyan bi tevayî ji holê rabûn û qetiyan.

Loma jî Suriyeyê ji bona berjwendiya xwe, ji bona ku bi destê PKKê pêşî li kurdên Başûrê-Rojavayê Kurdistanê bigre û kurd beşdarı serîhidana sivîl nebin; ji aliyê din de ji bona ku PKKê li hemberî dewleta tirk bi kar bîne, bi PKKê re pêwendiyên xwe xurt kir, kontrola Başûrê-Rojavayê Kurdistranê jî bi awayekî da destê PKKê. PKKê nûha li Kurdistanê êrişî hêzên kurd dike û kontrolan li ser riyan pêk tîne û kurdan dikûje.

PKKê jî, ji bona jiyana xwe bidomîne girêdayî teoriya “li piya bisekine” bi Suriyeyê re danûstandin dike. Qerektera wan ya baasê jî nêzik hev in û berjewendiya wan jî li hevûdu dike; li dijî berjewendiya kurdên li Başûrê-Kurdistanê helwest nîşan dide. Ji bona berjewendiya Suriyeyê dijminiya Tirkiyeyê dike, ne ku ji bona berjewendiya miletê kurd.

Xeberên Kurdî - Dema mirov peymana KCKê (KCK sözleşmesi) dixwîne, metel dimîne, gelo Kurd wê demê layikê vê rejîmê, nerînê ye an na?

Tu miletek layiqî rejîmên otorîter, faşîzan, teokratîk, olîgarşîk nînin. Kurd jî layiqî van rejîman nînin. Lê hezar mixabin çawa ku miletê tirk mecbûrî Kemalîzmê, miletê ereb mecbûrî rejîma baasê, miletê faris mecbûrî teokratîzmê û Xumeynîzmê, Elman  û îtalyayî mecbûrî faşîzmê bibûn, kurd jî mecbûrî otorîterizm û apoîzmê bûye.

Miletên din çawa ku ji otorîterîzmê û rejimên din yên ne mirovî xelas bûne divê kurd jî ji vê sîstema otorîter, faşîzan, apoîst xelas bibin.

Xeberên Kurdî - Dîsa di peymana KCKê de, piraniya Kurdan ne Misilmanin, pesnê her baweriyê tê kirin lê behsa Îslamiyetê naye kirin. PKK çima ewqas li dijî Îslamiyetê ye?

PKKê/KCKê partî û rêxistina komûnîst û kemalıst e. Ev jî tê wê wateyê ku PKKê/KCKê ateîst e û ol jî wek afyonê terîf dike. Reformbûna ol jî, wan eleqedar nake. Loma jî PKKê/KCKê ji dîn û îslamiyetê re xwedî dernakeve.

Ji aliyê din de PKK/KCKê rêxistinek ne demokrat e, rêxistinek otorîter e. Rêxistinên otorîter bi tevayî ji maf û azadiyan re, bi taybetî jî ji azadiya bawerî û bawermendî re xwedî dernakevin.

PKKê/KCKê di van salên dawî de ji ol re xwedî derdikeve. Ev taktîk û stratejiya kemalîstan û M. Kemal e. Ev jî riyakariyek gelek mezin e.

Xeberên Kurdî-Îdiayek jî ewe ku rêvebirina PKKê niha dest bi mezhebekê kiriye. Tercîh û tevgera wan jî ji bo piraniya Kurdan nexweş e. Hûn vê îdiayê çawa dinerxînin?

Min ev pirsa we baş fahm nekir. Lewra PKKê gor xwe li dijî mezhebên olî ye, lê bi xwe mezhebekî îdeolojîk û siyasî ye, Ocalan pêxember û xwedê dizane, ew îdiaya pir di cî de xwuya nake.

Qesta we, xwedîderketina PKKê ji yêziditî re ye. Ew jî divê bi awayekî rast bê terîf kirin. PKKê yêzîdiyan û yezîdîtî jî, ji bona berjewendiya xwe ya îdeolojiyê û siyasî bi kar tîne.

PKKê ji derveyî kemalîzm û apoîzmê destûr û îcaze nade ku tu mezhebekî din ava bibe. Hûn dizanın ku Ocalan bi xurtî û bi tûndî dijminitiya Tarîqata Naqşibendî dike. Ew helwesta wî jî,  ji helwesta elîta kemalîst tê. Lewra kemalîst Tarîqata nakşîbendî li hemberî xwe muxalîf dibîne û dijmin dibîne. Lewra kemalîst Tarîqata Naqşibendîyê, ji bona yekîtiya kurdan û şiyarbûna kurdan, li hemberî dewletê xeter dibînin.

Xeberên Kurdî - PKK him ji bo AK Partiyê him jî ji bo Cimaeta Gulen tevgereke dijminî dimeşîne û dibêje dijminên gelê Kurd ev in. Ji aligirên xwe jî dixwaze bertekên tund nîşan bidin û li dijî van hişk bisekinin. Hûn vê helwestê çawa şîrove dikin?

Ev helwesta PKKê li hemberî AK Partiyê û Tevgera Gulen gelek xwazî ye û qerektera PKKê û ev helwesta li hev dike. Lewra PKKê projeya elîta kemalîst û dewleta kûr e. Elîta Kemalıst jî dijminê AK Partiyê û Tevgera Gulen e. Loma jî PKKê jî dijminê AK Partiyê û hikûmeta wê, Tevgera Gulen e.

Ji aliyê din de jî dewleta kûr naxwaze di çareserkirin û mafqezençkirina miletê kurd de gav bê avêtin. Lewra dewleta kûr projeya xwe bi destê PKKê jî, ji bona ku pirsa kurd çareser nebe pêk aniye û ava kiriye. PKKê jî dibîne ku kêmtirin AK Partî dikare di pirsa kurd de gav bavêje, loma ji AK Partiyê, ji koalîsyon û tîfaqa wê ji Tevgera Gulen re dijminitî dike.

Wek tê zanîn Ocalanî di her hevûdîtinên awuqatên xwe de diyar dikir/dike ku AK Partî li dijî çareserkirina pirsa kurd e, leşker ji çareserkirina pirsa kurd re alîkar in. Ev derewek mezin û bi ceribandina leşkeran re jî tiştekî hîç li hevûdu nekirî ye û demagojî ye û manîpulekirina pirsê ye.

Em pirsa kurd bidin aliyekî, dema wek kurdekî wasat li meselê binêrin, ji dîroka miletê xwe ders derxin, divê em bi leşker û kemalîstan re nebin dost. Lewra kemalıstan siyaseta tunekirina kurdan, tirkkirina kurdan meşandiye; miletê kurd qirkirine.

Ji derveyî vê kemalîst hêza gel nîne û hêza bûrokratîk e. Piştî salên 1946-an, dema ku li dinyayê demokrasî desthilatdar bû û pêşket; Tirkiyeyê jî mecbûr bû ku rejîma demokrasiyê û pirpartîtî bipejirîne; pêvajoya Partiya Demokrat dest pê kir. Ev tevgera, tevgerek gel bû û an jî nêzikî gel bû. Kurdan jî piştgirî jê re kir. Demokrat Partî jî, Muglalı mahkûm kir.

AK Partî jî wusa ye. Divê kurd bi hêza gelê tirk re dijminitî nekin.

Pirsa girîngtir jî heye ku fêde û berjewendiya miletê kurd demokrasî li hev dike. Kemalîst jî demokrat nînin. Ji bona vê yekê be jî, divê kurd nebin dostê kemalîstan. Lewra kemalîstan siyaseta tunekirina kurdan, tirkkirina kurdan meşandiye, miletê kurd qirkiriye.

Heger kurd nebin piştgirên hêzên miletê tirk û partiyên wan jî, divê ji wan re dijminitî nekin.

Dema ku ji aliyê siyaseta rojane de jî li pirsê were mêze kirin, PKKê tiştekî xeter dike. BDPê û kurd vê sîstema îro dimeşînin bipejirînin, tu dem bi serê xwe nikarin bibin hikûmet û desthilatdar. Divê desthilatdarî bi hêzekê re parve bikin. Ev hêza jî, kemalîst nabin. Loma jî siyaseta BDPê û PKKê li dijî AK Partiyê, siyasetek aqilane û li berjewendiya miletê kurd jî nîne.

Xeberên Kurdî -BDP di hilbijartina dawî de Altan Tan û Şerafettîn Elçî jî xist nav xwe. Lê niha em lê dinêrin Altan Tan ne Kemalîsta Misilmanan rexne dike, Şerafettîn Elçî jî ne PKKê, Kemal Burkay rexne dike. Gelo ev herdu nav bedêla parlamanterbûnê didin an na?

PKKé/BDPê encama projeyek mezin û mimarên siyaseta xwe ya navendî, Altan Tan û Şerafettîn Elçî di hilbijartina giştî de girtin nav xwe, kirin wekîl. Armanca ev projeya mezin çibû:

1-Li hemberî AK Partiyê hêzek mezin çêkirin. Ku ev yek di berjewendiya CHPê û MHPê û kemalîstan de bû.

2-Mûxalefeta Kurd ya esil û ya ji derveyî PKKê ji holê rakirin. Bi taybetî jî beriya hilbijartinê, Şerafettîn Elçî û partiya wî jî di nav de, ji bûna partiyek Kurd û Kurdistanî xebatek dest kiribû. Ez jî di nav vê xebatê de bûm. Dema ku Elçî bû bernmemzetê BDPê, ev xebata provake bû.

3-Ji bona ku musılmana ji AK Partiyê dûr bixin, Altan Tan bû namzetê PKKê.

4-Ertugrul Kurkçu, Levent Tuzuzn, Sırrı Sureyya jî ji bona muxalefeta çep ya tirk entegre bê kirin, bûn namzet û wekîlê BDPê.

PKKê û aqilmendê wê, di vê pirsê de sîstem û taktîka Baasê meşand. Giraniya namzetan ji hevalên xwe pêk anî, kesên din jî, ji gelek aliyan de girêdan. Lewra ew kesên hatine hilbijrtin, wekîlên gel ninin, wekîlên Ocalan in.

Heger AK Partiyê bernamzetiya wekîlî ji Elçî daxwaz bikira, ew nûha wekîlê Tayyîp Erdoganî bû. Wek tê zanîn piştî salên 2002-an Elçî, ji AK Partiyê re piştgirî kir, serokwezîr jî wek pêxember pesindar kir.

Lewra doza Elçî ya mezin wekîltiya tirkan e. Elçî di Partiya Demîrel de bû wekîl, ji bona berjewendiya xwe ya şexsî derbasî CHPê bû; bi bertıl di hikûmeta Ecewît de bû wezîr, lewra tu taybetiyek wî tune bû. Pişt re di salên dawî de bû bernamzetê CHPê yê Baykalî.  Piştî wê demê jî xwest di partiya Erbakan de bibe wekîl.

Loma jî Altan Tan û Ş. Elçî nûha bedelê vê yekê didin, bê qeyid şert ji siyaseta PKK re dibin piştgir. Li ser navê PKKê mecbûr jî dibin ku nerastiyan bînin ser zimên.

Ş, Elkçî di van rojên dawî de loma ew kuştinên mûxalîfên PKKê înkar kir û kûştina wan rewa qebul kir. Altan Tan jî, ji Recep T. Erdogan û hevalên xwe yên îslamî re dijminitî dike.

Xeberên Kurdî -BDP di navbera siyaset û têkoşîna bi çek de qargotiyê, birin û anînê dike. Ev rewş duh jî wisa bû, gelo ev rewş ewqas eşkereye, çima Altan û Elçî îşlikên ji agir li xwe kirin?

Bi bernamzetiya Altan Tan û Elçî derket holê ku ew xwediyê dozekê nînin, xwediyê berjewendiya şexsî û kesayetî ne.  Ji aliyê din de jî di şertên Tirkiyeyê de BDPê bi xwe piştgirî ne, raste rast siyaseta PKKê dimeşîne û di bin vesayet û emrê PKKê de ye, lê ji bona wekîlan xeterî nabe, ji bona wan jî nabe.

Ê ji aliyê din de jî bîna kurdbûn jî di pirsê de heye.

Ji vê yekê girîngtir, Altan û Elçî jî baş dizanin ku dewleta kûr ne li dijî PKKê û hêza wê ya çekdar e. Eksa wê, ew hêzên PKKê birêve dibin. Dîsa Altan û Elçî jî bi zanyarı û ceribanidnan xwe dizanin, ku bi çend dozan dewleta kûr ji holê ranabe. Loma jî dewlet ji bona wan nabe xeter.

Dema ku mirov xwediyê dozek nebe, xwediyê pîvanên însanî û demokratîk jî nebe, wê demê gelek bi hêsanî dikarin bi şerê çekdarî re, ku şerê çekdarî bi dewleta kûr re tê meşandin re piştgirî bikin.

Xeberên Kurdî - Rewşa BDPê li holê ye, gelê Tirkiyê û siyaseta Tirkiyê çawa baweriya xwe li BDPê bîne?

Belê rewşa BDPê li holê ye, pê bawerî nayê kirin. Hezar mixabin Hikûmeta AK Partiyê jî, bawerî nade gel û bi taybetî jî kurdan. AK Partî hîn ne amade ye ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî ye. Heger AK Partî perwerdayî ya zimanê kurdî neparêze, dê çawa Peymanek nû ya du miletan û kêm neteweyan li ser bingeha pîvanên wekhevî û edaletê dê çê bke. Dê dewletê biguhere, bike dewleta Kurdan, Tirkan, kêmneteweyan, hemû ol û mezheban, fikirên cihê.

Wek tê zanîn Makexzagon/Qanûna Bingehî, di navbeyna hemwelatiyan, civatan, kêmneteweyan de çê dibe. Lê dema ku li senaryoya AK Parrtiyê bê mêzekirin, eleqeyan wan ya vî tiştî tune ye.

Ev tê wateyê ku pirs, ji bawerî zêdetir, ji bona demokrasiyê, pirsa kurd û mafên çarenivîsî ya miletê kurd, ji bona mafên kolekltîf yên mileta kurd proje gelek girîng in. Ew jî, ji hikûmetê tê xwestin.

Hikûmet ne mecbur e ku bi BDPê re van pirsan çareser bike. Hikûmet dikare bi kurdan û berpirsiyarên kurdên cûr be cûr yên civakî, siyasî, rewşenbîr re; bi siyasetmedarên kurdan re dikare çareser bike.

Lewra PKKê ji aliyê hejmar de jî, ji aliyê naverok de jî bi tevayî kurdan temsîl nake. Ez di wê baweriyê de me ku PKK/BDPê kesên dengdane wan jî temsîl nake. Girêdayî şertên taybetî yên Kurdistanê, encama tasfiyekirina Rêxistinên Kurdistanê, PKK/BDPê piştgiriya neasayî ji gel digre. Kemalîst çiqas dikarin gelê tirk temsîl bikin, PKKê qasî wan jî nikare kurdan temsîl bike.

Dema ku beriya Dîktatoriya 12ê îlona 1980-yî tabloya rêxistinî ya Bakûrê Kurdistanê ji çav bê derbas kirin, tê tespıt kirin ku PKKê ji rêxistinên Kurdistanê yên din jî xurt nîne.

Xeberên Kurdî - PKK îdia dike ji bo têkoşîna wê, hin mafên Kurdan hatine dayîn, rastiya vê gotinê heye an na?

Kemalîst îdia dikin, wan ji bona miletê tirk dewletek ava kirine.  Gelo ev nêrîna rast e? Bersîva min na ye. Lewra heger dewletek hatiye ava kirin, miletê tirk bi fedekariya xwe ava kir. Lê miletê tirk fedekarî kir, dewlet nebû dewleta wan, bû dewleta kemalîstan. Dewletê, li miletê tirk jî zilm kir.

Ew îdiaya PKKê û kemalîstan jî eynî ye. Têkoşîna miletê kurd 200 sal e ku dom dike. Di dema Osmaniyan de jî, di dema Dewleta Kemalîst de jî têkoşîna miletê kurd hebû û heye. PKKê bi xwe rêxistinek, heta gûruhek 34 salî ye. Xuya ku beriya PKKê jî têkoşîna miletê kurd hebû. Di sala 1919-an de serîhildanên milî dest pê kir, di sala 1938-40î de ev serîhildanan qediyan.

Piştî salên 1940î, di sala 1959-an PKK hebû ku Doza 49-an qewimî. Di sala 1965-an de PKKê henû ku PDK a Tirkiyeyê ava bû? Gelo dema ku kurdan di nav Partiya Demokrat û Partiya Tirkiyeyê ya Nu û TÎPê de kar dikirin, PKKê hebû? Gelo Dema DDKO  di sala 1969-an de ava bû, PKKê hebû? Dema ku di sala 1970-74-an de di zindanên leşkerî de kurdan bi xurtî û bi mêranî li hemberî dewletê û dadegha dewleta kolonyalıst li ber xwe didan, PKKê hebû.

Baş e, gelo dema ku di sala 1946-an de li Rojhilata Kurdistanê Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, di 11 Adar a 1970-yî Otonomiya Kurdistanê ava bû, PKKê hebû?

Gelo dewleta Federe ya Kurdistanê bi dest û têkoşîna PKKê ava bû?

Divê bê zanîn ku mafên hatine qezenç kirin, encama xebetek dûr dirêj e. Rastiyek din jî heye ku li Bakûrê Kurdistanê hîn kurdan mafekî kollektîf jî qezenç nekiriye. Bes elîta PKKê ya dewleta kemalıst ji bona xwe desthilatdariyek û rantiyek siyasî çêkiriye.

Tiştên din yên girîng, PKKê pêşiya miletê kurd girt. Xetertirîn pirse ew ku ew ji bona vê yekê hat ava kirin. Divê baş bê zanîn ku piştî şerê sar, neteweyên serhêjmara wan nagihîje mîlyonekî bûn dewlet. Li Yekîtiya Sovyetê 16 dewlet, li Yugoslavyayê 6 dewlet, li Filîstînê dewlet, li Çekoslovakyayê du dewlet ava bûn. Du dewletê yemenî bûn yek dewlet. Du dewletên elman bûn yek dewlet.

Xeberên Kurdî - Gelo vê rojê Kurd deyndarê PKKê ne yan jî PKKê divê hisabê bide Kurdan?

Bersıva vê pirsê we, di bersîvên min yên din de hem vekirî û hem jî veşartî hene. Ez gelek vekirî dibêjim, Dewletê-PKKê-Hizbullahê di 40 salî de li Kurdistanê qetlîamek çêkirin.

Loma jî kurd ne deyndarê PKKê ne. PKKê divê hesab bide kurdan. Lewra ji rêxistinên Kurdistanê, di nav xwe de, di nav gel de, ji rêxistinên çep; li beşên din yên Kurdistanê bi hezaran kurdperwwer, siyasetvan, rewşenbîr, mûxalîf kuştine. Rêxistinên Kurdistanê tasfiye kir.

Xeberên Kurdî - Di dawiyê de, tu ji bo xwendevanên malpera me û gelê me dixwazin çi peymanê bidin?

Ez di destpêk de ji gelê me û xwendevanên we daxwaz dikim, ku divê ji doza kurd û Kurdistanê re xwedî derkevin. Li dinyayê ji derveyî miletê kurd, miletên nebûne dewlet, an jî di çarçeweya dewletên federal de mafên xwe qezençnekirî, tune ne. Divê îslamiyên kurd doza kurd fêdayî îslamiya siyasî; komunîst doza mileté kurd fêdayı komunîzmê, lîberal jî doza miletê kurd fêdayî lîberalîzmê nekin. Divê her kes ji felsefe û îdeolojiya xwe re bibe xwedî, lê divê îdeolojî û fikrên xwe bixin xizmeta miletê kurd, serxwebûn û azadiya miletê kurd.

Dîsa ez pêşniyar û daxwaz ji xwendevanên we dikim, ku rastiyan bibînin, xeteriya gelê me di nav de tespît û şirove bikin: pişt re ji bona ku ew rastiyên tehl û xeter ji holê rabin dest û mil bidin hev, xebat bikin û têkoşînê bimeşînin.

                                                             *****

Gelek spas

Ez jî ji malper û xebatkarên malpera we re sipas dikim.

Îbrahîm GUÇLU Kî Ye?

* Ez kurdekî Anadoluya Navîn ya Tirkiyeyê me. Di sala 1949-an de li gundekî kurd û nêzikî Enqereyê, li gundê Heciya hatim dinyayê. Ji bona ku li gundê me dibistan tunebû, min dibistana destpêkê û ya navîn li Qezeya Şereflî Koçhîsarê qedand.

 * Di dibistana navîn de girêdayî şertên objektîf û du mamosteyên min yê hêja fikrê kurditîye di min de çêbû. Ji ber fikrên xwe yên kurd, ez nêzikî TÎPê bûm.

 * Min bakelorî (lîse) li Enqereyê xwend û wê demê min xwendevanên kurd yên ku ji Kurdistanê hatibûn nas kirin û bi wan re pêwendiyên min roj bi roj xurt bû.

 *Di sala 1967-an de ez girêdayî van pêwendiyan, beşdarî xwepêşandana kurd li Enqereyê bûm. Di vê xwepêşandanê de, xwendevan û rewşenbîrên kurd kovara Otûkenê û êrişên nîjadperestên tirk protesto kirin. Ez jî cara yekem ji bo kurditî bûm protestokarê nîjadperestî ye.

 * Ez di hemen salê de (1967) bûm xwendavanê Zanîngeha Huquqê a Enqereyê. Di destpêkê de hevaltiya min û xortên kurd û çep xurt bû. 

 

 

* Ez bûm endamê FKFê (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TÎPê (Türkiye Işçi Partisi). Min di van rêxistinan de bi aktîfî kar kir.

 

* Di sala 1969-an de DDKO (Devrimcî Dogu Kültür Ocaklari) het damezirandin. Ez jî bûm hîmdarê DDKO-yê. Di herdu deman de jî min ji DDKOya Enqereyê re berpirsiyarî kir. Di dema duyemîn de bûm serokê DDKOyê.

 

* Dema ku ez xwendevanên sinifa dawî ya zanîngehê bûm, ji bona ku ez serok û damezrênêrê Komela DDKOyê bûm, ez û çend hevalên xwe (Mumtaz Kotan, Sebrî Çepîk, Nezîr Şemîkanli, M. Emîn Bozarslan, Musa Enter, Dr. T. Zîya Ekîncî, Canîp Yildirim) li Enqereyê, di Cotmeha 1970yî de, hepis bûm. Ez û sê hevalên xwe em li Enqereyê 8 mehan hepis man. Lewra birêz M. Emîn Bozarslan, Musa Enter, Dr. Tarik Zîya Ekîncî û Canîp Yildirim, di destpêkê de bi serîlêdana parêzêran azad bûbûn.

 * Dema ku ez li Enqereyê hepis bûm, di 12 Adara 1971-an de darbeya leşkerî çêbû. Piştî darbeya leşkerî, em hemû kurdên bi kurditî û cudaxwaziyê dihatin tewambar kirin, em li hepsa leşkerî ya Amedê hatin civandin. Doza me wê demê bi navê Doza DDKO-yê dihat nas kirin. 

* Di Doza DDKOyê û PDK-yan û TÎPê de em bi sedan rewşenbîr, xwendevan, axa, beg, şêx û gundiyên kurd hatin dadgehkirin. Min di encama dadgehkirinê de 16 sal û 8 meh cezeyê hepsê, 5 sal û 8 meh jî cezeyê surginê girt.

 * Di sala 1974-an de ji hepsê azad bûm. 

* Piştî hepsê, min dev ji Enqereyê berda, ez li Kurdistanê, li bajarê qezeya Diyarbekirê li Erganiyê bi cîhûwar bûm. Piştî ku ez li Kurdistanê cîhûwar bûm, min bi profesyonelî karê siyasî û rêxistinî meşand.

* Di vê navbeynê de wek karekî duyemîn min Zanîngeha Hukukê qedand. Lê min bi profesyonelî parêzgerî (ewukatî) nekir. Bes ez, qasî ji min re derfet bû ez beşdarî dozên siyasî bûm.

 *Min di damezirandina weşana Rizgarî, Weşanxana Komalê de cîh girt. Di damezirandina DDKDê (Devrimci Demokratik Kültür Dernegi) de di destpêkê de bûm alikarekî diyar. Piştî ku DDKD ket bin bandora Şivanciyan, min û çend hevalan xwe, me projeya Komeleya ASDK-DERê bi dar xist. Di sala 1978-an de di nav grûba Rizgarî de veqetandin çêbû. Ez jî bûm yek ji hîmdar û berpirsiyarê grûba Siyasî ya Ala Rizgariyê.

 *Piştî sala 1979-an bi beşên din yên Kurdistanê danûstandinên min yên siyasî li ser navê Ala Rizgariyê pêk hatin. 

* Di sala 1978-an de di derbarê min de biryara hepiskirinê derket. Min ev biryara nepejirand, min kar û xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî û entellektûelî bi veşartî meşandin. Ev xebata min, heta rejima Leşkerî ya 12 Îlona 1980yî domand. Piştî rejima Leşkerî çend mehan ez li Kurdistanê mam, min kar û xebatên xwe domandin. Pişt re ez 8 salan li Başurê-Rojavayê-Rojhilatê Kurdistanê mam.

 * Di sala 1987-an de li Swêdê bi cîh bûm. Piştî salekê dîsa vegeriyam Rojhilata Navîn. Piştî salekê ez çûm bi tevayî li Swêdê bi cîh bûm. Min jiyana xwe ya siyasî, komeleyatî û entellektûelî li Ewrupayê meşand. Ez li Swêdê bûm endamê Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.

 * Min di dawiya sala 1997an de biryar da ku vegerim Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Di 26.04.1998an de vegeriyam Tirkiyeyê. Beriya ku ez vegerim Tirkiyeyê, min di damezirandina Partiya Kîtlewî ya Demokrat (DKP) de ne bi fermî lê bi aktifî cîh girt. Piştî ku DKP ji aliyê Dadgeha Qanuna Esasî de hat girtin, ez bûm damezrênêrê HAK-PARê. Piştî Kongreya 1-emîn a HAK-PARê min tespît kir ku HAK-PAR nikare û naxwaze ku projeyan pêwîst pêk bîne, min li Enqereyê û li Diyarbekirê bi gellek hevalên hêja re Komeleyên kurd (KURD-KOM) bi dar xistin.

 * Ez dema ku li derveyî welêt bûm, min di gellek kovar û rojnameyên kurdî de li welêt û li devreyî welêt nivîsand, ji gelek kovaran re jî berpirsiyarî kir. Ev kovar: Yekîtîya Sosyalîst, Rojev, TEVGER, Hevdem, Înîsîyatîf, Rojbaş, Armanc, Berbang, Welatparêz, Rastî û.w.d. bûn.

 * Ez nuha li Amedê dijîm. Ez hem hemwelatiyê Tirkiyeyê û hem jî hemwelatiyê Swêde me.

 * Piştî ku ez vegeriyam Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ez çend caran dîsa hepis bûm. Di derbarê min de gellek dozên ku dom dikin hene. Ev doz, Li Enqereyê, Stenbolê, Amedê, Merdînê, Wanê, Urfayê dom dikin. Di gelek dozan de jî min ceza girtiye û dozên min li dadgeha bilind (Yargitayê) in. Di gellek dozan de ez bi riya wergeran bi kurdî bîrûreyên xwe ji dadgehê re diyar dikim û parêznameyên xwe pêşkêşî dadgehê dikim.

 * Ez di 02.08.1974-an zewicîm. Em xwediyê zarokan nînin. Di karûxebatên min de, rola hevjîyana min Gulferê gellek mezin e.

 Ji bo beşa 1. http://www.xeberenkurdi.com/HD5502_div-gel-kurd-xeterey-bibne.html

 

Amed, 19. 02. 2012

Paylaşım
Mail Yazd? Yorum Yaz 0 Yorum
Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış
Diğer İlgili Başlıklar
Bona Çareserkirina Pirsgirêka Kurd, Pergala Nîv Serokatî 14-05-2012 tarihinde eklendi
Ji Ber Dersa Li Dijî Îslamê Lêpirsîn 12-05-2012 tarihinde eklendi
Mihemed Salih: Li Cem PKKê Ala Kurdî Qedexe Ye 02-05-2012 tarihinde eklendi
Şoreşa Niha Li Sûriyê Bi Taybetî Şoreşa Kurdan e 21-04-2012 tarihinde eklendi
Girtiyên Muşê Gihiştin Azadiyê 14-04-2012 tarihinde eklendi
Êdî BDP Xitimî Partiyek Nû Lazime 26-03-2012 tarihinde eklendi
Bi Mizakereyên Apo Re Pirsgirêk Çareser Nabe 14-03-2012 tarihinde eklendi
Îslam Ne Li Dijî Netewiyetê Ne 03-03-2012 tarihinde eklendi
PKK/KCK Ateîste û Ol Jî Wek Afyonê Terîf Dike 21-02-2012 tarihinde eklendi
Divê gelê Kurd Xetereyê Bibîne 20-02-2012 tarihinde eklendi
Nivîskar [ Hemû ]
Orhan Kemal Cengiz
Pira Mostarê Ya Li Roboskiyê
Orhan Miroğlu
Tehma Şerê Psikolojik Nema
Abdülkadir Selvi
Sedema Îstîfaya Paşa,Qilaban e
Ahmet Altan
Şer û Mirin
Mehmet Barlas
Gelo Di Tekoşîna Bi PKKê Re De Şîke Hebû?
Oral Çalışlar
Ma BDP Nikare ‘Mizakere’ Bike?
Nivîskarê Mêvan [ Hemû ]
Îsa Wanî
Gelo Pergala Seroktiyê Çiye?
Sevda Kaplan
Di Dîroka Kurdan dê cîhê Fata Mêr…
Mehmet Baki
Şîfreya 28ê Sibatê: Dadger û Dozgerên Mîlîtan!
Hasan Kösen
Helepçe û Tiştên Nayên Zanîn
Herî Zêde
Hat Xwendin Hat Şîrove Kirin Hat Parve Kirin
Rewşa Hewayê
Stenbol Enqere Diyarbekir
ISTANBUL ANKARA DIYARBAKIR
Îzmîr Wan Erzurum
IZMIR VAN ERZURUM
Anket
Elezîzspor Derket Lîga Super. Li gor we dê serbikeve an na? (Sizce Elezizspor Super Lîg de başarılı olacak mı?)
Belê, dê serbikeve. (Evet)
Na, Sernakeve (hayır)
 
Xeberên Kurdî ® 2011  
Sitede bulunan içerikler ve analizler kaynak gösterilerek alıntılanabilir Tasarım & Yazılım : Network Yazılım