Di vê navberê de tê diyarkirin ku rêvebiriya Esed li sînor mayînan bi cîh dike û nahêle gel ji Sûriyê bireve. Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu got ger rêveberiya Sûriyê, welêt vegerine girtîgeha vekirî, ev yeka xeletiyek mezin e.
Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu ji bo beşdarî civîna wezîrên karên derve ya G 20an bibe li bajarê Los Caposa Meksîkayê ye. Davutoğlu di mijarên kûreyî de him ramanên Tirkiyeyê vedibêje him jî hevdîtinên dualî yên qrîtik dike. Sûrî di rêza yekemîn de ye.
Davutoğlu beriya civîna ku di 24ê sibatê de li Tûnûsê dê were li dar xistin, bangî rêvebriya Esed, ya ku ji bo gel nereve li sînor mayinan bicîh dike, kir.
Ji ber vetoya Rûsya û Çînê, di mijara Sûriyê de, ji Qonseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî tu biryar derneketibû. Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu ji vê biryarê aciziya xwe anî ziman.
Ahmet Davutoğlu bangî wezîrê karên derve yên G 20ê kir. Davutoğlu di axaftina xwe de, ji bo çareseriya pirsgirêkên kûreyî qala pergaleka nû kir.