Serokwezîr piştî emelîyata xwe ya duyemîn cara ewil derket pêş qamerayan û axaftineke dirêj kir. Serokwezîr li ser mijarên di rojevê de cîh digirin sekinî. Serokwezîr got: erka birêvebirin, qanûnsazî û darazê diyar û zelal e. Ev hemû sazî, di nav ahengîyekê de dixebitin. Di navbera erkan de gengeşî tune ye. Bila tu kes destê xwe miz nede.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan bi videoyê beşdarî qongreya baskê cîvanan ya AK Partiyê bû. Serokwezîr ewil li ser niqaşên gaspa erke sekinî :
Di demokrasîyê de sinorên birêvebirin,daraz û qanûnsaziyê dîyar û zelal e. Ji heddê derbasbûn, binpê kirin û dest danînan ser îradeya gel e. Em tu car destur nadin ku yên hibijartî bibin köleye yên hatine tayîn kirin.
Erdoğan wiha berdevam kir.Ev 9 salin em hewl didin hemû sazîyên dewletê di nav aheng û aramiyê de bixebitin. Rrdoğan got bila tu kes gengeşîya gel xiyal neke.
Bila tu kes şa nebê û bila tu kes guman neke ku di navbera me de fitne û fesat çêbê. Tu kes ji bo qrîzê dia neke, xeyala kaosê nebînê. Sazîyê Tirkîyeyê bi hev re di nav aheng û aramiyê de, bi motîvasyoneke mezin dixebitin. Daraz, ewlekarî, leşker û MİT bihevra, di nav ahengekê de, ji bo gele me xebatek fedakarî dikin. Ew kesên ku dibêjin di navbera sazîyan de qriz heye, ji welatê me re tu xêrê nakin.”
Serokwezîr, derheqê pêvajoya nû de gazî herkesê kir ku bi eqlê selîm tevbigerin.
Ez gazî nivîskar, ronakbîr, medya û sîyasetmedaran dikim ku, bila di wê buyerê de bi eqlê selîm bila tevgerin. Kesên ku li şûna eqlê selîmiye, gel dikişkişînin, wê li hember gel mehçûp bibin, fedî bikin. Kesên ku teşebbûsa hikûmet û Meclîsê dikişin maneke din, wê li hember gel, şerpeze bibin.