Nûçegîhanê rojnameya The New York Times Anthony Shadid 43 salî bû û xelata Politzer wergirtibû.
Anthony Shadid hefteya borî li Sûrîyê derbaz kirîbû û şerê hêzên opozîsyonê yê li dijî rejîma Beşar Esed dişopand. Rêvebirên New York Times dibêjin, karmendekî wan termê Shadid biriye Turkiyê.
Rojnamevan Anthony Shadid bi eslê xwe Lunbanî bû û pir baş Erebî dizanî. Wî ji nêzîkî 20 salan e li Rojhilata Navîn, wekî nûçegîhanê Associated Press, The Boston Globe, The Washington Post û The New York Timesê kar dikir.