Ji van civînan a 4emîn li Diyarbekirê hat kirin. Serokê parlementoyê Cemil Çiçek di despêka civinê axivî û got: kêşe û pirsgirêkên ku ji destûra bingehîn diqewimin, bi çêkirina qanûneke bingehîn a nû wê ji holê rabin.
Di civîna Diyarbekirê de endamên komîsyona lihevkirinê ya qanûna bingehîn a meclîsê, serokê TOBBê(yekitiya borse û odeyan a Tirkiyê) Rifat Hisarciklioğlu, endamên platforma destûra bingehîn û endamên saziyên sivîl ên civakî cih digrin.
Di civînên ku bi dirûşma “Türkiye diaxive” tên kirin de, hemwelatî derheqê qanûna bingehîn a nû de fikr û ramanên xwe vedibêjin. Serokê Meclîsê di civînê de axivî û bibîr xist ku eger destûreke bingehîn a nû neyê çêkirin wê hêla siyasetê zirareke mezin bibîne. Çiçek wiha pê de çû: Ji bona Tirkiyê bi pêşkeve destûreke bingehîn a nû pirr girîng e.
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike