Karsazên ku daxwazin ji teşwîqan sûd werbigrin, ji bo sermayexistinê vedigerin rojhilatê. Karsazê wanî, ku febrîqeya wî ya tekstîlê li istanbulê bû, anî Sêrtê. Bi saya febrîqê, 100 ciwan bûn xwedî kar. Teşwîqên hukimetê eleqeyek mezin dibîne. Li herêma başûrêrojhilêt, sermayexistênên nû têne kirin.
Di salên borî de, kesên ku ji bo sermayexistinê koçî herêma rojavayê kirîbûn niha vedigerin welatên xwe. Ji wan sermayedaran yek jî Mahmut Keleşoğlu yê. Keleşoğlu, febrîqeya xwe ji Stenbolê anî Sêrtê. Vegera karsazan, dilê hemû kesî şad kir. Febrîqeya nû, hêviya ciwanan jî geş kir.