Heywandarî jî tenê demsala havinê, têra serê malê, tê kirin. Ji ber vê yekê jî, hemû hêvî bi sînor ve girêdayî ne. Her wiha piştî daxuyaniya wezîr Hayatî Yazici ya ku wê li Ortasuyê deriyeke sînor bê vekirin, heviya roboskiyan şîn û geş bû. Niha bendewariya wan gav ji gavê nêzîktir vekirina deriyê sînore.
Li navçeya Uluderaya Şirnexê şert û mercên zivistanê pirr dijwar in. Berf heya biharê jî, ji erdê ranabe. Ji ber ku li gundan çandinî nikare bêkirin û heywandarî jî hindik tê kirin hemû debar li ser bazirganiya sînor e. Piştî daxuyaniya wezîr Hayatî Yazici ya ku em niha li ser vekirina deriyê sînor xebatên xwe dimeşînin niha Roboskiyê li hêviya pêkhatina vê mizgîniyê ne.